PAK: Em sersaxîyê ji gelê xwe ye Silêmanîyê ra dixwazin

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) derbarê bûyera teqîna li maleke Taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê de peyameke sersaxî belav kir.Daxuyaniya PAKê wiha ye: Em sersaxîyê ji gelê xwe ye Silêmanîyê ra dixwazin.Em bi bûyera li Silêmanîyê ku ji ber teqîna tankêreke…

19 Mijdar 2022

Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) derbarê bûyera teqîna li maleke Taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê de peyameke sersaxî belav kir.

Daxuyaniya PAKê wiha ye: 

Em sersaxîyê ji gelê xwe ye Silêmanîyê ra dixwazin.

Em bi bûyera li Silêmanîyê ku ji ber teqîna tankêreke gazê 15 hevwelatîyên me canê xwe ji dest dane û 12 kes jî birîndarin gelekî xemgînin.

Em  Sersaxîyê, sebir û metanetê ji bo malbatan ra dixwazin. Hevparê êş û xema  wan in. Ji bo birîndaran jî em şîfaya xêrê dixwazin.
Serê gelê me sax be.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê)
 

18.11.2022