Silêmanî- Jimareya kuştiyan gihîşt 15 kesan

Ji bin avahiya rûxiyayî ya bajarê Silêmaniyê, termê sê kesên din di bûyera teqîna sîstema gazê ya maleke taxa Kazîwe de hatin dîtin û hejmara kesên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 15 kesan.Malpera Kurdistan24ê eşkere…

18 Mijdar 2022

 Ji bin avahiya rûxiyayî ya  bajarê Silêmaniyê, termê sê kesên din di bûyera teqîna sîstema gazê ya maleke taxa Kazîwe de hatin dîtin û hejmara kesên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane, gihîşt 15 kesan.

Malpera Kurdistan24ê eşkere kir, sê termên din ji bin xaniyê rûxayî hatin derxistin û hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane gihîş 15 kesan û 12 welatiyên din jî birîndar in.

Herwiha malperê belav kiriye, hejmara birîndarên ku rewşa wan baştir e û ji nexweşxaneyê derketine, pênc kes in û hîn heft kes li nexweşxaneyê ne.

Ji ber teqîna sîstema gazê ya malekê li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê, 15 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Parêzgarê Silêmaniyê ji ber vê bûyerê, rojek şîna giştî ragihand.