Di xwepêşandanên 2 rojên borî de li Rojhilatê Kurdistanê hêjmara şehîdan gihîşte 12 kesan

Di xwepêşandanên 2 rojên borî de li Rojhilatê Kurdistanê 12 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.Li gorî amar û belgeyên ku ketine destê Navenda Mafê Mirovan a Hengawê, di…

18 Mijdar 2022

 Di xwepêşandanên 2 rojên borî de li Rojhilatê Kurdistanê 12 kes ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li gorî amar û belgeyên ku ketine destê Navenda Mafê Mirovan a Hengawê, di 2 rojên borî de li bajar û bajarokên Rojhilatê Kurdistanê 12 welatî hatine kuştin.

Li gorî vê raporê, beşek ji wan welatiyên ku hatine kuştin xelkê Kamyaran, Sine û Bokanê bûne û “Ji van 4 kesan gule li serê wan ketiye, 4 kesên din jî ji zikê xwe û sînga xwe gule xwarine û welatiyekî xelkê Bokanê jî bi kêrê canê xwe ji dest daye.”

Di heman demê de bi dehan welatî birîndar bûne ku rewşa 3 ji wan giran e.

Li aliyê din 3 endamên hêzên hikûmetê li Bokan û Kamyaranê di alozî û pevçûnên bi xelkê re hatin kuştin.

Di heman demê de, roja Çarşemê 16ê Mijdara 2022an, Supaya Pasdarên Îranê ragihand ku li bajarê Îsfehanê ji aliyê xwepêşanderan ve 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî bi giranî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku heta niha jî li Bokan, Pîranşar, Sine, Seqiz, Pawe, Dehgolan, Kamyaran, Serawle û Mihabadê xwepêşandan têne kirin.

Li gorî Hengawê, kesên ku canê xwe ji dest dane ev in:

– Saman Qadirbegî, xelkê Bokanê.

– Fuad Mihemedî, 38, ji Kamyaranê.

– Zanyar Ellahmuradî, 26 salî, ji Sine.

– Îsa Bêglerî, 39 salî, ji Sawlawa.

– Danyal Pabendî, 17 salî, ji Seqizê.

– Bûrhan Keremî, 30, ji Kamyaranê.

– Salar Mucawir, 30 salî, xelkê Bokanê.

– Esed Rehîmî, 30 salî, xelkê Bokanê.

– Mihemed Hesenzade, 28 salî, xelkê Bokanê

– Mîlad Merûfî, xelkê Bokanê

– Aram Hebîbî, ji Bokanê

– Şaho Behmenî, ji Sineyê