Silêmanî- 70 pirtûkên Qurana Pîroz ji mizgeftekê hatin dizîn

70 pirtûkên Qurana pîroz ji mizgefteke parêzgeha Silêmaniyê hatin dizîn.Li gor zanyariyên BasNewsê, ji Mizgefta Hacî Kerîmî Bekras a parêzgeha Silêmaniyê nêzîkî 70 pirtûkên Qurana pîroz hatine dizîn ku 25 ji wan bi zêr hatine pêçandin.Berdevkê polîsê Silêmaniyê serbaz Serkawt…

11 Mijdar 2022

 70 pirtûkên Qurana pîroz ji mizgefteke parêzgeha Silêmaniyê hatin dizîn.

Li gor zanyariyên BasNewsê, ji Mizgefta Hacî Kerîmî Bekras a parêzgeha Silêmaniyê nêzîkî 70 pirtûkên Qurana pîroz hatine dizîn ku 25 ji wan bi zêr hatine pêçandin.

Berdevkê polîsê Silêmaniyê serbaz Serkawt Ehmed ji BasNewsê re ragehand: ‘’Me ji mamostayê mizgeftê zanî ku çend Quran ji mizgefta Hacî Kerîmî Bekras hatiye dizîn 70 Quran li gel polîs û tawanên Silêmaniyê gilî nekiriye.’’

Herwiha Serkewt Ehmed dibêje: “Em nikarin li ser vê mijarê şîrove bikin ji ber ku tu gilî nehatiye kirin û doz li cem me nîne.”

BasNews