Bazarî û dukandarên Merîwan û Kirmaşanê carek din mangirtin

Îro bazarî û dukandarên bajarên Merîwan û Kirmaşanê carek din bi nîşana nerazîbûn li hember cinayetên rejîmê, dukan û bazarên xwe daxistin û bi seranserî mangirtin.Mangirtina bazariyên wan bajaran di halekê de ye ku, şeva derbasbûyî xwenîşandan di wan bajaran…

4 Mijdar 2022

Îro bazarî û dukandarên bajarên Merîwan û Kirmaşanê carek din bi nîşana nerazîbûn li hember cinayetên rejîmê, dukan û bazarên xwe daxistin û bi seranserî mangirtin.

Mangirtina bazariyên wan bajaran di halekê de ye ku, şeva derbasbûyî xwenîşandan di wan bajaran de berdewam bû û welatî li ser şeqaman bûn.

Ji aliyek din ve jî, li bajarê Merîwanê xwandekarên bajarê Merîwanê jî li dijî rejîmê û cinayetên wê kombûn û xwenîşandan li hember zanîngehê lidar xistin.