8emîn Festîvala Şanoya Bajarê Amedê li dar dikeve

8emîn Fesivala Şano ya Bajarê Amedê bi diruşma ‘Va ye Cûdî va ye ev ax’ di 20’ê Cotmehê de dest pê kir û bi leystikên şanoyê û çalakiyên hunerî dê heta 30’ê Cotmehê berdewam bike. Di festîvalê de, ji bajarên…

26 Cotmeh 2022

8emîn Fesivala Şano ya Bajarê Amedê bi diruşma ‘Va ye Cûdî va ye ev ax’ di 20’ê Cotmehê de dest pê kir û bi leystikên şanoyê û çalakiyên hunerî dê heta 30’ê Cotmehê berdewam bike. Di festîvalê de, ji bajarên Tirkiye, Bakurê Kurdistanê û Herema Kurdistanê jî, şanoger başdar bûne.

8emîn Festivala Şano ya Bajarê Amedê ku di 20 Cotmehê de dest pê kir, tê de 18 leystikên şanoyê tên nîşandan, atolyeyeke şanoyê û 2 semîner jî dê bêne lidarxistin.

Rêvebîrên festivalê balê dikşînin ku huner û şano, awaz û hestên vegotina tiştan e, loma jî di xwe de hêvîyên girîng dihewînin.

Endama Koma Şanoyê ya Jîyana Nû û Endama Desteya Kordîsnasyona Festivalê Rûgeş Kirici ji K24ê re got: “Li hember talankirina her tiştekî, talankirina xwezayê, çandê, ziman, bedena jinê û azadiya jinê; çi talan hebin, ev bertekek e bo wan talankirinan. Vegotinên me jî bi vê hunerê ye. Axa welatê me hatiye parçe kirin, lê bi van festivalan de hêzeke hevpar derdikeve holê.  Ji her parçeyên Kurdistanê berhem tên û em hevdîtînan çê dikin. Ev jî ez bawerim hêviya hunermendan jî, hêviya gel jî bilind dike.”

Şanogerên ku ji herema Kurdistanê beşdarî kiribûn jî, balê kişandin girîngiya çalakiyên wiha û ragihandin ku hunera şano li bakûr her diçe di asteke gerdûnî de, xwe bipêş dixe.

Şanoger Elî Kerîm got: “Bi şêweyeke giştî vê festivala ez kêfxweş kirim. Festival bi hunereke resen, ciwan û bihêz; ji aliyê hunermendên mezin û baş ve hatiye amade kirin. Kêfxweşim ku min wan berheman û wan kesan nas kir.”

Rêvebirên festivalê ragihandin ku di nav civaka bakûr û Diyarbekirê de, heza huner û bi taybet jî şanoya Kurdî gelek zêde ye û festival jî bi beşdariyeke girseyî birêve diçe.

Çavkanî: Kurdistan 24