11 Rojnamegerên desteserkirî birine Enqereyê û dema desteser kirina wan dirêjkirine

Destûr nayê dayîn ku 11 rojnamegerên hatine desteserkirin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li 9 bajaran 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê di encama bi sergirtina malan de hatibûn desteserkirin. Rojnameger duh…

26 Cotmeh 2022

Destûr nayê dayîn ku 11 rojnamegerên hatine desteserkirin bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li 9 bajaran 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê di encama bi sergirtina malan de hatibûn desteserkirin. Rojnameger duh di saetên êvarê de birine Enqereyê.

2emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê, ku li ser daxwaza Serdozgeriyê ji bo dosyeyê biryara nepenîtiyê daye..

Dîsa li ser daxwaza dozgeriyê, 5emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiriye.

Her wiha dozgeriyê dema desteserkirina rojnamegeran rojekê dirêj kiriye.

Parêzeran biryara dirêjkirina dema desteserkirinê û nepenîtiyê qebûl nekiriye.

Nûçegihanên MAê Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Derya Ren duh hatibûn desteserkirin.

Her wiha Midûra Karên Nivîsê ya MAyê Dîren Yûrtsever ku li Stenbolê û nûçegihanê MAyê Hakan Yalçin li Wanê hatibû desteserkirin.

11 rojnameger birine Enqereyê.