Piştevaniya Navenda Hevkarî ji banghêjiya xwenîşandana roja Çarşemî ya 20ê Rezberê

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê piştevanî ji banghêjiya xwenîşandana seranserî ya sibê Çarşemî 20ê Rezberê kir.Deqa daxuyaniyê wiha ye:Di banghêjiyekê de ku “ciwanên tax û kolanên Tehran”ê û çendîn girûpên din ji aliyê xelkê nerazî ve hatiye belavkirin, daxwaz…

12 Cotmeh 2022

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê piştevanî ji banghêjiya xwenîşandana seranserî ya sibê Çarşemî 20ê Rezberê kir.

Deqa daxuyaniyê wiha ye:

Di banghêjiyekê de ku “ciwanên tax û kolanên Tehran”ê û çendîn girûpên din ji aliyê xelkê nerazî ve hatiye belavkirin, daxwaz kirine ku roja Çarşemî 20ê Rezberê bo piştevanî û hevpeywendî digel xelkê Sine, kedkarên Eselûye û xelkê Zahidanê li demjimêr 12ê nîvro heta sibêdeha roja din dakene nav qadan û ji nerizayetiyên xwe berdewam bin.

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê tevî piştevanîkirin ji vê banghêjiyê, daxwazê ji tev tex û qadên civatgeha Kurdistan û Îranê dike, sibê piştî nîvro 20ê Rezberê dakene nav tev qad, meydan û kolanên sereke yên bajaran û carek din li dijî zilm û serkêşî û dîktatoriya rejîmê deng û siloganên xwe bilind bikin.

Bijî yekîtî û hevpeywendiya xelkê xebtkar ên Îranê

Jin, jiyan û azadî

Navenda Hevkarî ya Partiyên Kurdistana Îranê

19ê Rezbera 1401an a Rojî

Çavkanî