Hikûmet dê 7 hezar ton tov genim bide cotkaran

Berpirsekî Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê tovên werzê çandina genim a îsal bide cotkaran.Rêveberê tov li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Rejîn Sadiqî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Niha paqijkirin û dermankirina 7 hezar ton genim…

3 Cotmeh 2022

Berpirsekî Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ragihand, hikûmeta Herêma Kurdistanê dê tovên werzê çandina genim a îsal bide cotkaran.

Rêveberê tov li Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê Rejîn Sadiqî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Niha paqijkirin û dermankirina 7 hezar ton genim tê kirin û piştî temamkirina wê hikûmet li ser cotkarên navçeyên cuda cuda tê dabeşkirin.

Herwiha Rejîn Sadiqî dibêje: “Gênim ji dereceya yekem e, ku dê berhemanîna cotkarên genim baştir bike, lewma dê firotina berhemê bileztir û bihatir be.”