Nûbiharê “Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan” çap kiriye

Berhevkar Mihyedînê Mihemedê Remo, gotinên pêşiyan ên herêma Torê berhev kirine.Nûbiharê pirtûka bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan” û ya bi navê “Şahnameya Kurdan” çap kiriye.“Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan” di encama xebata berhevkariyê de amade bûye.…

27 Îlon 2022

Berhevkar Mihyedînê Mihemedê Remo, gotinên pêşiyan ên herêma Torê berhev kirine.

Nûbiharê pirtûka bi navê “Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan” û ya bi navê “Şahnameya Kurdan” çap kiriye.

“Gotinên Pêşiyên Kurdan Bi Zimanê Gundan” di encama xebata berhevkariyê de amade bûye. Berhevkar û amadekarê vê pirtûkê Mihyedînê Mihemedê Remo ye. Remo bi xwe jî ji wê herêmê ye û li ser vegotin û devoka Torê sekiniye. Di çîrok û çîvanokên pirtûkê de, bi rêya diyalogan hewl daye devoka herêmê biparêze.

“Şahnameya Kurdan”

Nûbiharê pirtûka Mela Ehmedê Palo ya bi navê “Şahnameya Kurdan / Civîna Nemiran” çap kiriye. Pirtûk ji du bergan pêk hatiye û helbestvanî navê berga yekem daniye “Civîna Nemiran” ya duyem jî “Civata Nemiran û Şoreşên Kudî”.

Di berga yekem di Palo behsa lehengên kurdan ên dîrokî bi teknîkeke monolog daye axaftin. Di ya duyem de helbestvanên kurd ên serdema klasîk li gorî mantiq û honandineke şanoyî daye axaftin. Di herdu bergan de nêzîkî şeş hezar beyt hene.