Tirkiye li Herêma Kurdistanê xalên nû yên leşkerê ava dike

Tirkiyê xalên xwe yên leşkerî li axa Herêma Kurdistanê zêde dike.Li gorî zanyariyên li ber destê Tora Medyayî ya Rûdawê, Tirkiyê xalên xwe yên leşkerî li Kanî Masê, Şêladizê û Dêrelûkê berfereh kirine, topxane û otomobîlên leşkerî yên weke Hameran…

7 Îlon 2022

 Tirkiyê xalên xwe yên leşkerî li axa Herêma Kurdistanê zêde dike.

Li gorî zanyariyên li ber destê Tora Medyayî ya Rûdawê, Tirkiyê xalên xwe yên leşkerî li Kanî Masê, Şêladizê û Dêrelûkê berfereh kirine, topxane û otomobîlên leşkerî yên weke Hameran li wan xalan bicî kirine.

Artêşa Tirkiyê herwiha xalên nû li derdora Hirûrê û li navçeya Amêdiyê danîne.

Ev di demekê de ye ku birrîna daran û têkdana jîngeha deverê û rakêşana caddeyan berdewam e. 

Di 17 Nîsana îsal de Artêşa Tirkiyê bi dirêjahiya 180km ji rojava bo rojhilat û bi kûrahiya 15km bo başûr li sînorê navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê dest bi operasyona Pence Kilîl kiriye.

Ji sala 2018an ve Tirkiyê li ser sînor mijûlî avakirina bingeh û bargehên serbazî ye. Li seranserê devera sînorî ji navçeyên Sîdekan heta Heftanîn û Zaxo.

Ji destpêka operasyona Pence Kilîl ji 17 heta 25ê Nîsanê, Tirkiyê 4 baregehên leşkerî yên nû ava kirine, 2 ji wan li Avaşîn û 2 li Zapê bûn. Avakirina baregehekê li ser çiyayê Kurejar dest pê kiriye.

Herwiha Tirkiyê ji bo bihevgirêdana wan baregehan û gihandina alîkariyên Lojîstîkî jî riyan di navbera wan de çêdike.

(Rûdaw)