Bexda | Hejmara xwepêşanderên can dane gihîşt 30 kesan

Li Bexdayê hejmara xwepêşanderên can dane, gihîşt 30 kesan.Li gor zanyariyan, îro 30.08.2022yê serê sibehê li Bexdayê hejmara kesên can dane gihîştiye 30 kesan û dengê çekan jî li Herêma Kesk û herwiha navçeyên din ên cuda jî pir zêde…

30 Tebax 2022

 Li Bexdayê hejmara xwepêşanderên can dane, gihîşt 30 kesan.

Li gor zanyariyan, îro 30.08.2022yê serê sibehê li Bexdayê hejmara kesên can dane gihîştiye 30 kesan û dengê çekan jî li Herêma Kesk û herwiha navçeyên din ên cuda jî pir zêde tê bîhîstin.

Herwiha Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê jî bi daxuyaniyekê da zanîn, bi 4 moşekan êrîşî Herêma Kesk a Bexdayê kirine.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Iraqê jî sîstema berevaniya esmanî xist kar û got, hemû karmendên balyozxaneyê li ser kar in û karê xwe berdewam dikin.