Encûmena Asayîşa Netewên Yekgirtî êrîşa li ser Zaxo bi tundî şermezar kir

Encûmena Asayîşa Netewên Yekgirtî bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Zaxo bi tundî şermezar kir û diyar kir, ew piştgiriya desthilatdarên Iraqê ji bo pêkanîna lêkolînan derbarê vê êrîşê de dikin.Encûmena Asayîşa Netewên Yekgirtî do Duşemê di derbarê êrîşa li ser…

26 Tîrmeh 2022

 Encûmena Asayîşa Netewên Yekgirtî bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Zaxo bi tundî şermezar kir û diyar kir, ew piştgiriya desthilatdarên Iraqê ji bo pêkanîna lêkolînan derbarê vê êrîşê de dikin.

Encûmena Asayîşa Netewên Yekgirtî do Duşemê di derbarê êrîşa li ser Zaxo de daxuyanî da û got, endamên Encûmena Asayişa Navdewletî hevxemiya xwe ji malbatên qurbaniyan û Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistana Iraqê re nîşan didin û hêviya başbûna bilez û temam ji bo birîndaran dixwazin û piştgiriya desthilatdarên Iraqê ji bo pêkanîna lêkolînê derbarê bûyerê de dikin.

Herwiha Endamên Encûmena Asayişa Navdewletî daxwaz ji hemû welatên endam dikin ku bi awayekî çalak ligel Hikûmeta Iraqê û hemû dezgehên din ên pêwendîdar ji bo piştgirîkirina van lêkolînan, hevkariyê bikin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Endamên Encumena Asayişa Navdewletî piştevaniya xwe ji bo serxwebûn, serwerî, yekîtî, yekparçeyiya ax, proseya demokratîk û geşbûna Iraqê dubare dikin.”