Xelkê Eyn Îsayê li ber baregeha hêzên Rûsî xwepêşandan kirin

Xelkê Eyn Îsa li pêşiya baregeha hêzên Rûsî xwepêşandan kirin, daxwaz kirin êrîşên Tirkiyê rawestîne.Bi sedan welatiyên Eyn îsa li pêşiya mizgefta mezin ya bajêr kom bûn û berê xwe dan baregeha hêzên Rûsî li bajêr û xwepêşandan li dijî…

25 Tîrmeh 2022

 Xelkê Eyn Îsa li pêşiya baregeha hêzên Rûsî xwepêşandan kirin, daxwaz kirin êrîşên Tirkiyê rawestîne.

Bi sedan welatiyên Eyn îsa li pêşiya mizgefta mezin ya bajêr kom bûn û berê xwe dan baregeha hêzên Rûsî li bajêr û xwepêşandan li dijî êrşên Tirkiyê li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê kirin.

Di xwepêşandanê de daxwaz ji Rûsya kirin bi berpirsyaretaiya xwe rabe û êrîşên Hêzên Rûsî li ser navçeyê rawestîne.

Hejmareke xwepêşander derbasî baregeha hêzên Rûsî bûn, nameyek radestî wan hêzan kirin, Hêzên Rûsî jî soz dane wan ku êrîş bên rawestandin.