Kujerê her du mamosteyên zanîngehê hat desteserkirin

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê da zanîn, xwendekarê ku du mamosteyên zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê kuştine, hat desteserkirin.Xwendekarekî zanîngehê îro bi ser mala mamosteyê Fakulteya Endezyariyê Diktor Îdrîs Hemexan girtibû û ew kuştibû, piştre li kampusa zanîngeha Selahedîn êrîşî bi çek êrîşî…

28 Hezîran 2022

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê da zanîn, xwendekarê ku du mamosteyên zanîngeha Selahedînê li Hewlêrê kuştine, hat desteserkirin.

Xwendekarekî zanîngehê îro bi ser mala mamosteyê Fakulteya Endezyariyê Diktor Îdrîs Hemexan  girtibû û ew kuştibû, piştre li kampusa zanîngeha Selahedîn êrîşî bi çek êrîşî ser Rêveberê Fakulteya Yasa ya Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê Diktor Kawan Îsmaîl kir û ew jî kuşt û karmendekî zanîngehê birîndar kir.

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê di daxuyaniyekê de aşkere kir, wan bi hevkariya ligel hêzên ewlehiyê yên bajarê hewlêrê, kujerê her du mamosteyên zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê desteser kir.

Li gor zanyariyên K24ê, navê wî xwendekarî (A. M. Q) ye û ew pêştir xwendekarê Fakulteya Yasayê ya Zanîngeha Soranê bû û piştî ku wî pirsgirêkek bi mamosteyeke jin re dirust kir, ji zanîngehê hatibû derkirin.

(K24)