Ji Amerîkayê daxuyaniya êrîşa ser Kelgeha Kormorê

Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa li ser kelgeha gazê ya Kormorê şermezar kir û xwest, lêkolîn bê kirin û berpirs derkevin pêş dadgehê.Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price îro Yekşemê ragihand “Amerîka dê her bi hevbeşên xwe re be…

27 Hezîran 2022

 Wezareta Derve ya Amerîkayê êrîşa li ser kelgeha gazê ya Kormorê şermezar kir û xwest, lêkolîn bê kirin û berpirs derkevin pêş dadgehê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price îro Yekşemê ragihand “Amerîka dê her bi hevbeşên xwe re be û êrîşên moşekî û hawanî yên li ser Herêma Kurdistan şermezar dike, tevî sê êrîşên li ser qada neftê û gazê ya li Silêmanî di çar rojên borî de, ligel hevkarên xwe radiweste.”

Ned Price got: “Armanca van êrîşan nehîştina aramiya aborî ye, çêkirina astengan li ber serweriya Iraqê ye, parçebûn û tirsandin e.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, di nav 4 rojên borî de 3 caran êrîş li ser kelgeha Kormor a gazê hat kirin ku li li nehiyeya Qadir Kerem a qezaya Çemçemal a Silêmaniyê ye.