Îran 12 girtî bidarve kir

Rejîma Îranê 12 girtiyên din li zindana Zahidanê bi darve kir.Saziyên çapemeniyê yên Îranê diyar kirin, do li girtîgeha navendî ya bajarê Zahidanê, 12 girtî hatin bidarvekirin.Herwiha eşkere kirin, ew kes ji ber bazirganîkirina madeyên hişbir, bi darvekirinê hatibûn cezakirin.Li…

7 Hezîran 2022

 Rejîma Îranê 12 girtiyên din li zindana Zahidanê bi darve kir.

Saziyên çapemeniyê yên Îranê diyar kirin, do li girtîgeha navendî ya bajarê Zahidanê, 12 girtî hatin bidarvekirin.

Herwiha eşkere kirin, ew kes ji ber bazirganîkirina madeyên hişbir, bi darvekirinê hatibûn cezakirin.

Li gor rapora salane ya Rêxistina Efûyê ya navneteweyî, rejîma Îranê di sala 2021an de herî kêm 314 kes bi darve kiriye.