Mazlûm Ebdî: Pêşî li trajediyên nû bigirin û piştgiriyê bidin kêmkirina aloziyan

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî (Kobanî) di derbarê gefên Tirkiyê yên destpêkirina êrîşeke nû ya li dijî Rojavayê Kurdistanê de, bi daxuyaniyekê bang li civaka navdewletî û aktorên di rewşa Sûriyê de kir û got: “Pêşî li trajediyên nû…

2 Hezîran 2022

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî (Kobanî) di derbarê gefên Tirkiyê yên destpêkirina êrîşeke nû ya li dijî Rojavayê Kurdistanê de, bi daxuyaniyekê bang li civaka navdewletî û aktorên di rewşa Sûriyê de kir û got: “Pêşî li trajediyên nû bigirin û piştgiriyê bidin kêmkirina aloziyan.”

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Ebdî daxuyaniyek li ser Twitterê belav kir û dilgiraniya xwe li hember egera operasyoneke nû ya Tirkiyê li dijî navçeyên Rêveberiya Xweser anî ziman.

Ebdî di daxuyaniyê de diyar kir: “Em ji tehdîdên nû yên Tirkiyê yên ku metirsiyeke mezin li ser Bakurê Sûriyê çêdike, nîgeran in.”

Herwiha Mazlûm Ebdî destnîşan kir: “Her êrîşek wê Sûriyan parçe bike, krîzeke mirovî ya nû çêbike û niştecihên eslî û awareyan koçber bike. Zêdebûna aloziya nû dê bandoreke neyînî li kampanya me ya li dijî DAIŞê jî bike.”

Fermandarê Giştî yê HSDê bang li civaka navdewletî kir û eşkere kir: “Em bang li aktoran dikin ku pêşî li trajediyên nû bigirin û piştgiriyê bidin kêmkirina aloziyan.”