Şandiyê Netewên Yekbûyî yê Sûriyê serdana Şamê dike

Şandiyê Netewên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen Şemiya bê serdana Şamê dike û di wê serdanê de, bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re mijara nivîsandina destûra nû ya Sûriyê û gera 8an a civînên taybet bi Komîteya Nivîsandina Destûrê gotûbêj dike.Li…

19 Gulan 2022

Şandiyê Netewên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen Şemiya bê serdana Şamê dike û di wê serdanê de, bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re mijara nivîsandina destûra nû ya Sûriyê û gera 8an a civînên taybet bi Komîteya Nivîsandina Destûrê gotûbêj dike.

Li gor hat ragihandin, Geir Pedersen wê li Şamê bi Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê û şanda hikûmeta Sûriyê ya ji bo nivîsandina destûra nû ya wî welatî re bicive.

Herwiha Pederson wê bi Balyozê Rûsyayê yê li Sûriyê re jî bicive û pirsa lidarxistina gera 8an a civînên Komîteya Nivîsandina Destûrê gotûbêj bike.