Wezîra Holandayê piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Kurdistanê anî ziman

Wezîra Dewletê ya ji bo Karûbarên Bazirganiya Derve ya Holandayê Liesje Schreinemacher piştî civîna bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî û da zanîn, ew weke hikûmeta Holandayê dixwazin bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevkar û hevaheng bin.Liesje Schreinemacher…

29 Nîsan 2022

Wezîra Dewletê ya ji bo Karûbarên Bazirganiya Derve ya Holandayê Liesje Schreinemacher piştî civîna bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re axivî û da zanîn, ew weke hikûmeta Holandayê dixwazin bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hevkar û hevaheng bin.

Liesje Schreinemacher eşkere kir: “Civîneke me ya baş ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêk hat, me qala hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Holandayê kir.”

Di berdewamiyê de Schreinemacher diyar kir: “Ji bo ku em bizanin çawa hevahengiyê bikin, me ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser pêwendî û hewldanên rabirdû û plana siberojê gotûbêj kir.”

Herwiha Wezîra Dewletê ya ji bo Karûbarên Bazirganiya Derve ya Holandayê got: “Yek ji wan mijarên ku me ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî qal kir, berfirehkirina aboriya Kurdistanê bû, ev jî tê wateya hebûna rola zêdetir a sektora taybet û xelk û ciwanên xwedî kar.”

Schreinemacher eşkere kir, yek ji wan warên ku Holanda tê de gelek pêş ketiye, sektora çandiniyê û birêvebirina çavkaniyên avê ye, ev jî yek ji wan kêşeyan e ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxwaz kir çawa ligel Holandayê hevaheng û hevkar bin û çawa veberhênerên Holandî di van waran de bikarin li Herêma Kurdistanê veberhênanê bikin û da zanîn: “Em weke hikûmeta Holandayê dixwazin ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hevkar û hevaheng bin.”