Komên cîhadî li Efrînê 4 welatiyên Kurd revandin

Li Efrînê ji aliyê komên cîhadî ve 4 welatiyên Kurd hatin revandin. Hat zanîn ku mal û milk û xaniyê welatiyekî Kurd jî hatine desteserkirin.Li gorî agahiyên herêmî, duh li Efrînê komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve êrîşî welatiyên…

27 Nîsan 2022

Li Efrînê ji aliyê komên cîhadî ve 4 welatiyên Kurd hatin revandin. Hat zanîn ku mal û milk û xaniyê welatiyekî Kurd jî hatine desteserkirin.

Li gorî agahiyên herêmî, duh li Efrînê komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve êrîşî welatiyên Kurd kirine. Hat zanîn ku 4 welatiyên Kurd ên herêmê hatine revandin û di derbarê kesên hatine revandin de heta niha agahiyek nehatiye bidestxistin.

Rewşeke din a ku di nav xelkê herêmê de bûye cihê xof û fikaran ew e ku li gorî agahiyan, fermandarekî komeke cîhadî, ferman daye ku mal û milkên welatiyekî Kurd werin desteserkirin û wî fermandarî jî xwe di nav mala wî welatiyê Kurd de bi cih kiriye.