Li her yekî ji bajarê Qamişlo û Hesekê hejmarek ji fermangeh û sazî hêj di destê hikûmeta Sûriyê de ne, herwiha hejmarek ji hêzên leşkerî û hêzên ewlehî jî hene, serbarê wê jî, gerûpê û milîsên alîgirên hikûmetê hene, ku li hinek deveran li herdu bajaran bicih dibin û di dema pêwîst de, hikûmet wan jî bikar tîne, ji bo bihêzkirina pêgeha xwe.
Hikûmeta Sûriyê li navenda her yekî ji bajarê Qamişlo û Hesekê, heta niha çend fermangeh û saziyan kontrol dike.
Piştî 2 heftiyan ji aloziyên di navbera hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de, li herdu bajarên Heleb û Qamişlo, Serkirdeyê PYD Aldar Xelîl, di daxuyaniyekê de ragihandiye ku wan biryar nedaye hêzên hikûmeta Sûriyê ji Qamişlo û Hesekê derxînin. Serkirdeyê PYDê dibêje tevî ku ew dikarin hêzên hikûmetê derxînin lê wan ev biryar nedaye.
Li Çargoşeya Ewlehî li Qamişlo çi sazî û navendên hikûmetê hene?
Sazî û navendên leşkerî yên di destê hikumeta Sûriyê de ev in:
– Binkeyên hêzên Ewlehî li Çarçoveya Ewlehî.
– Rêveberiya Navçeya Qamîşlo.
– Dadgeha Sivîl.
– Daîreya Nasnameyê (Nifûs).
– Sendîkaya Mamosteyan.
– Ofîsa Berhemên Çandiniyê
– Banka Çandiniyê.
– Fermangeha Elektirîkê.
– Komelgeha Perwerdeyê.
– Navenda Rewşenbîrî.
– Navenda Emin Leşkerî.
– Navenda Emin Dewletê.
– Navenda Polîsên Leşkerî yên Hikûmetê.
Li derveyî Çargoşeya Ewlehî ya Qamişlo:
– Fewca Terteb
– 4 hezar çekdar lê hene.
– Ew jî grûpên ser bi Îranê û hêzên bi navê (Berevaniya Niştimanî) ku bi (El-Dîfai El-Wetenî) naskirî ne.
– Li Balafirxaneya Qamişlo:
– Baregeheke Rûsî û Îranî lê heye.
– Fewca Topan ya Hikûmeta Sûriyê jî lê heye.
Ji bilî serbaz û polîsên leşkerî yên Rûsya, bêhtirî 6 hezar çekdarên Îranê û serbaz û leşkerên hikûmeta Sûriyê lê hene.
Li Çargoşeya Ewlehî ya Hesekê çi hene?
– Rêveberiya Parêzgehê.
– Dadgeha sivîl.
– Kolêja Mafnasiyê û ya Zanistî.
– Navenda Paseportan.
– Hêzên Pasevanên Sînor.
– Herdu navendên Emin Siyasî û Emin Leşkerî.
– Beşek ji Kolana Filestîn.
– Beşek ji Bazara Giştî ya bajarê Hesekê.
– Rêveberiya Hêzên Asayîşa Navxwe yên hikûmetê.
Li derveyî Çargoşeya Ewlehî ya Hesekê:
– Beşek ji Taxa Ezîziyê, li aliyê rojhilat, di destê çekdarên hêza bi navê (Berevaniya Niştimanî) de ye.
– Fewca Topên Giran li Çiyayê Kewkeb, ku li rojhilatê bajarê Hesekê ye, hêzên Îranê jî lê hene.
Hejmara serbaz û çekdaran
Li gorî zanyariyên ku bi dest Rûdawê ketine: “Li herdu çargoşeyên ewlehiyê li Qamişlo û Hesekê û Balafirxaneya Navdewletî ya Qamişlo bêhtirî 40,000 serbazî hene. – Ji bilî wê hejmarê 15,000 çekdarên biyanî yên Rûsî hene, ji wan 10,000 çekdar ser bi Îranê ve ne. Karmendên sivîl jî li herdu Çargoşeyên Emnî li Qamişlo û Hesekê bêhtirî 25,000 kesî ne.”
Rûdaw

