Rûsya: Ukraynayê 8 depoyên sotemeniyê di nav axa me de bombebaran kir

Rûsyayê ragihand, du helîkopterên Artêşa Ukrayanyê 8 depoyên sotemeniyê li bajarê Belgorod ê wî welatî û li nêzîk sînorê Ukraynayê kirine armanc û teqandine.Parêzgarê Belgorodê, Vyacheslav Gladkov li ser Telegramê çend vîdoy belav kirine û ragihandiye ku helîkopterên Ukraynayê di…

1 Nîsan 2022

Rûsyayê ragihand, du helîkopterên Artêşa Ukrayanyê 8 depoyên sotemeniyê li bajarê Belgorod ê wî welatî û li nêzîk sînorê Ukraynayê kirine armanc û teqandine.

Parêzgarê Belgorodê, Vyacheslav Gladkov li ser Telegramê çend vîdoy belav kirine û ragihandiye ku helîkopterên Ukraynayê di nav axa Rûsyayê depoyên sotemeniyê kirine armanc.

Heta niha Artêşa Ukrayanyê û berpirsên wî welatî derbarê vê êrîşê de ti daxuyanî nedane.