Piştî destpêkirina şer yekem car berpirseke bilind a Yekîtiya Ewropa serdana Kîevê dike

Hat ragihandin ku wê Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola, serdana paytexta Ukrayna Kîevê bike ku hîn jî di bin xeteriya êrîşên Rûsyayê de ye.Mestola daye xuyakirin, "Diçim Kîevê. Ez ê li ser navê Parlamentoya Ewropayê peyama hêvîyê û piştgiriyê bigihînim.”Ev…

1 Nîsan 2022

 Hat ragihandin ku wê Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola, serdana paytexta Ukrayna Kîevê bike ku hîn jî di bin xeteriya êrîşên Rûsyayê de ye.

Mestola daye xuyakirin, “Diçim Kîevê. Ez ê li ser navê Parlamentoya Ewropayê peyama hêvîyê û piştgiriyê bigihînim.”

Ev yekem serdana rayedareke bilind a Yekîtiya Ewropayê ye ku piştî destpêkirina êrîşên Rûsyayê yên zêdetirî mehekê ye berdewam dikin, serdana Ukraynayê dike.

Beriya niha jî serokwezîrên Polonya, Çekya û Slovenyayê serdana Kîevê kiribûn û piştgiriya xwe bo Serokê Ukrayna Volodomir Zelensky nîşan dabûn.

Zelensky beriya niha di peyameke xwe de berpirsên welatên dost vexwendibûn Ukraynayê û gotibû, hîn jî asmanê me ji fuze û balafirên rûsî re nehatiye girtin.