Amerîka hêza leşkerî dişîne rojhilatê Ewropoyê

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku derdora 400 serbaz, 10 balafirên şer ên F-18A û çend balafirên C-130ê ber bi rojhilatê Ewropoyê ve dişîne.Berdevkê Pentagonê John Kirbu di birîfînga rojane de destnîşan kir ku Yekeya Kontrola Asîmanî ya Piyadeyên Deryayî…

30 Adar 2022

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku derdora 400 serbaz, 10 balafirên şer ên F-18A û çend balafirên C-130ê ber bi rojhilatê Ewropoyê ve dişîne.

Berdevkê Pentagonê John Kirbu di birîfînga rojane de destnîşan kir ku Yekeya Kontrola Asîmanî ya Piyadeyên Deryayî ku ji 200 serbazan pêk tê û ji tetbîqata li Norwecê ber bi Lîtvanyayê ve şandine.

John Kirby anî ziman ku niha ew 200 serbaz li Lîtvanyayê ne û got, “Ji Baregeha Baeufortê ya li Carolinaya Başûr, 10 Balafirên Super Hornet ên F-18A û çend balafirên C-130ê yên Piyadeyên Deryayî jî dê ber bi rojhilatê Ewropoyê ve bên şandin.”

Kirby herwiha got, “Ez cihê wan nikarim eşkere bikim lêbelê dê ber wê derê ve bên herikandin û herwiha ew ji 200 personelê pêk tên.”