Derbarê parêzerê Malbata Dedeogûllarî de 3 lêpirsîn hatine destpêkirin

Derbarê Abdûrrahman Karabûlût, parêzerê Malbata Dedeogûllariyî de ji ber parvekirinên wî yên li ser Twitterê û daxuyaniyên wî yên têkildarî dozê, 3 lêpirsînên cuda hatine destpêkirin.Di 30ê Tîrmehê de di encama êrişa nijadperest de li Meram, navçeya Konyayê ji malbata…

15 Adar 2022

Derbarê Abdûrrahman Karabûlût, parêzerê Malbata Dedeogûllariyî de ji ber parvekirinên wî yên li ser Twitterê û daxuyaniyên wî yên têkildarî dozê, 3 lêpirsînên cuda hatine destpêkirin.

Di 30ê Tîrmehê de di encama êrişa nijadperest de li Meram, navçeya Konyayê ji malbata Dedeogûllari 7 kes hatibû qetilkirin. Derbarê Abdûrrahman Karabûlût, parêzerê Malbata Dedeogûllariyî de 3 lêpirsîn hatine destpêkirin.

Lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Konyayê ve hatiye destpêkirin, derbarê Karabulutî de 3 lêpirsînên cuda daye destpêkirin. Lêpirsîn bi hêceta parvekirinên li ser Twitterê û daxuyaniyên ku Karabulut daye hatine destpêkirin. Gotinên Karabulutî ji aliyê serdozgeriyê ve wek “sûc” hatine nirxandin. 

“Berpirsiyarê qetlîamê dewlet e” 

Karabulutî di çarçoveya lêpirsînan de îfade daye û diyar kiriye ku daxuyaniyên wî di çarçoveya dosyeyan de bi belgeyan sabît in û gotiye: “Min wek parêzerê malbatê di 17ê Hezîrana 2021an û 17ê Tîrmeha 2021an de ji dozgeriyê xwest ku malbat were parastin. Dewlet û rayedarên dewletê, daxwazên me hemûyan bêbersiv hişt û lewma min tetikkêş û berpirsiyarên qetlîamê dît û û ez ê wisa bibînim jî. Min têkildarî van binpêkirinan de derbarê rayedaran de giliyê dozgeran û HSKyê kir. Dewlet berpirsiyarê vê qetlîamê ye.” 

Karabulut daye zanîn ku dema wî di çarçoveya lêpirsînê de îfade daye, sûcên li ser xwe qebûl nekiriye. (AY)

*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê