General Michael Erik Kurilla: Kurd hevpeymanên jêhatî û cihê bawerîyê ne

General Michael Erik Kurilla çav li rê ye bibe Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) di bersiva xwe ya pirsa Senator Jim Inhofe de, pesnê jêhatîbûna Kurdan da û got, “Bi rastî hevpeymanên xwedî şiyan û cihê baweriyê ne.”Fermandarê Hêza…

12 Sibat 2022

 General Michael Erik Kurilla çav li rê ye bibe Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) di bersiva xwe ya pirsa Senator Jim Inhofe de, pesnê jêhatîbûna Kurdan da û got, “Bi rastî hevpeymanên xwedî şiyan û cihê baweriyê ne.”

Fermandarê Hêza 18 ya Artêşa Amerîkayê General Michael Erik Kurilla, bi fermî ji bo posta Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê hatiye namzedkirin û tê çaverêkirin piştî pesendkirina Encûmena Pîran cihê fermandar Kenneth McKenzie bigire.

Senator Jim Inhofe li ber lijneyeke Encûmena Pîran a Amerîkayê pesnê Kurdan da û berê xwe da General Kurilla û got: “Fermandar Kurilla, min gelek caran serdana Mesûd Barzanî, hevrêyê me yê li Hewlêrê kiriye, Kurdên Iraqê yek ji wan in ku cihê baweriyeke zêde ne û li gor min divê hûn piştrast bin ji wê ku berdewam bin li ser pêşkêşkirina piştevaniyeke baş bo Kurdên hevrêyên me û bi hevahengî li gel hikûmeta Iraqê.”

Herwiha Inhofe pirs ji Kurilla kir, “Gelo tu jî hevnêrîn î li ser berdewambûna pêşkêşkirina piştevaniya berdewam û baş ji bo Hêzên Pêşmerge, bi mebesta qayîmkirin û pêşxistina bihevrekarkirina me û berjewendiyên me yên hevbeş li herêmê? Gelo di çarçoveya ezmûna xwe ya şexsî de, tu jî hevnêrîn î li ser vê?

General Michael Erik Kurilla jî di bersiva xwe de got: “Birêz senator min li gel Kurdên hevpeymanên me kar kiriye û min dîtiye ku ew cihê baweriyeke zêde ne û gelek bi şiyan in. Sala 2004an di yekem serdana xwe de bo Iraqê de, min li gel wan kar kiriye û paşê jî 2014an di erka rûbirûbûna terorê de min li gel wan kar kiriye ku ji bo min derketiye; (Kurd) bi rastî hevpeymanên xwedî şiyan û cihê baweriyê ne.”

Herwiha Kurilla li ser dosyeya `çekdarên DAIŞê û kesûkar û zarokên wan ên li Kampa Holê û zindanên Rojavayê Kurdistanê` ragihand, “Li gor min divê, bi rêya hikûmet û hewlên navdewletî alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bê kirin ji bo vegerandina beşek ji wan desteserkiriyên DAIŞî ku nêzikî 10 hezar desteserkiriyên DAIŞê li nav çendîn navendên desteserkirinê ne û artêşek ji DAIŞê li wê derê ye ku me dît li Hesekê êriş birin ser zindanê. Herwiha 60 hezar endamên malbatên DAIŞê hene û zêdetirî ji %80 ji wan jin û zarok in û di nav kampa Holê de ne û dizanin ew di bin helmeta guherîna bîr û baweriyê de ne. Lewma divê di wî warî de hikûmet û hewlên navdewletî alîkariya HSDê bikin.”