Baroya Şirnexê derbarê biryara elektrîkê doz vekir

Baroya Şirnexê ragihand bi armanca hilweşandina biryara Saziya Sererestkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) ku sedema zêdebûna bihayê elektrîkê ye doz vekirin.Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nerazîbûna welatiyan derbarê bihabûna nirxê elektrîkê berdewam e û li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, baroyê…

10 Sibat 2022

 Baroya Şirnexê ragihand bi armanca hilweşandina biryara Saziya Sererestkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) ku sedema zêdebûna bihayê elektrîkê ye doz vekirin.

Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê nerazîbûna welatiyan derbarê bihabûna nirxê elektrîkê berdewam e û li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, baroyê diyar kir ku wan bo ev biryar bê hilweşandin doz vekirine.

Baroya Şirnexê derbarê mijarê de daxuyaniyek da û dibêje: “Di demên dawî de ji ber biryara Saziya Sererastkirina Bazara Enerjiyê (EPDK) faturayên elektrîkê gelekî zêdebûne û vê yekê di nav civakê de nerazîbûnek çêkiriye. Wek Baroyê me bi armanca betalkirina vê biryarê doz vekiriye.”

Li Şirnexê roja Sêşemê welatiyên zêdekirina bihayê elekterîkê protesto kirin û xwest zemên tên kirin bên hilweşandin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nerazîbûna xelkê li beramber bihayê elektrîkê berdewam e. Heta niha li gelek bajar û navçeyan çalakiyên nerazîbûnê hatin kirin. Tenê sala 2021 bihayê elektrîkê di navbera ji sedî 50 heta ji sedî 125 bilind bûye û bilindbûna bihayê elektîrîkê herî zêde bandorê li kargehan dike.