Weqfa Barzanî alîkariyê da koçberên Çiyayê Şengalê

Weqfa Alîkariyê ya Barzanî alîkariyê da Kurdên Êzîdî yên ku mecbûr mane li Çiyayê Şengalê bijîn. Berpirsê baregeha weqfê Pîr Deyan ji bo BasNewsê weha gotiye:“Bi fermana serokwezîr Mesrûr Barzanî alîkarî hat birin ji bo Kurdên Êzîdî yên koçber ku…

27 Çile 2022

Weqfa Alîkariyê ya Barzanî alîkariyê da Kurdên Êzîdî yên ku mecbûr mane li Çiyayê Şengalê bijîn. Berpirsê baregeha weqfê Pîr Deyan ji bo BasNewsê weha gotiye:

“Bi fermana serokwezîr Mesrûr Barzanî alîkarî hat birin ji bo Kurdên Êzîdî yên koçber ku niha li Çiyayê Şengalê dijîn. Me alîkariyê da gundên Serê Kaniyê, Kolka, Kerse û Milka. Me çend roj berê alîkariyê bir kampa Serdeşt ya Çiyayê Şengalê. Alîkariya ku me da her malekî, 50 kîlo ard û 40 lître petrola sipiye. Me alîkarî da 1.500 malbatî.

Li çiyayê Şengalê gelek berf bariya lewra koçber doza alîkariyê dikin. Me çawa berê alîkariya wan kir û em gihîştin hawara wan, em dîsa hatin hawara wan.”