Platforma Zimanê ya Kurdî ya Batmanê banga hilbijartina ‘Dersa Kurdî’ kir

Şaxê Platforma Zimanê Kurdî ya li Batmanê bang li malbatên Kurd kir ku derfata dersa bijarte ya Kurdî ji bo zarokên xwe bikar bînin û bibîr xist, heta 7ê Sibatê dem heye ku serî lê bidin.Şaxê Platforma Zimanê Kurdî ya…

27 Çile 2022

 Şaxê Platforma Zimanê Kurdî ya li Batmanê bang li malbatên Kurd kir ku derfata dersa bijarte ya Kurdî ji bo zarokên xwe bikar bînin û bibîr xist, heta 7ê Sibatê dem heye ku serî lê bidin.

Şaxê Platforma Zimanê Kurdî ya Batmanê, piştgirî da kampanyaya hilbijartina dersên kurdî li dibistanên navîn ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û bi daxuyaniyekê ragihand: “Wek tê zanîn di polên 5, 6, 7 û 8an da mafê dersa bijarte ya Kurdî heye û dema serlêdanê di 7ê Sibata 2022yan de bi dawî dibe. Pêwist e malbatên serî li saziyên pêwendidar bidin da ku zarokên wan li dibistanan dersên zimanê Kurdî bibînin.”

Platformê bal kişand ser ku dersên bijarte yên bi zimanê Kurdî mafek e ku ji hemwelatî û xwendekaran re tê dayîn û diyar kir: “Em bang li gelê xwe dikin ku di vê mijarê de hestiyar bin û di nav dersên bijarte de dersên zimanê Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin.

Careke din em ji bo rêvebirên dibistanan bi bîr tînin ku bêyî ku sedemên wekî nebûna mamoste û derfetan nîşan bidinn, di formên ji zarok û dê û bavên xwe re têne dayîn de cihdayîna dersên bijarte yên Kurdî ji aliyiyê yasayî ve mecbûrî ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: “Banga me ji malbatên Kurd re ev e; bi zarokên xwe re bi zimanê dayikê biaxivin, wan fêrî hezkirin û axaftina zimanê kurdî bikin. Dîsa banga me ji malbatên kurd re; di nav dersên bijarte yên dibistanan de dersa Kurdî hilbijêrin. Banga me ew e ku malbat û xwendekar derfeta dersa Kurdî bikar bînin.”