Li Çewlikê pêketiyên Kovid-19 ê 30 qat zêdetir bûn

Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Çewlikê (Bingol) pêketiyên Kovid-19 ê 30 qat zêdetir bûn. Li ser babeta zêdebûna pêketiyên Kovid-19 ê rêvebirê tenduristiyê yê bajêr Mehmet Emin Gündoğdu ji bo çapemeniyê ragihand ku kesên deqandina (aşiya) xwe kirine kêmin û…

18 Çile 2022

Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Çewlikê (Bingol) pêketiyên Kovid-19 ê 30 qat zêdetir bûn. Li ser babeta zêdebûna pêketiyên Kovid-19 ê rêvebirê tenduristiyê yê bajêr Mehmet Emin Gündoğdu ji bo çapemeniyê ragihand ku kesên deqandina (aşiya) xwe kirine kêmin û xwe ji hev naparêzin. Ev, dibin sedema ku Kovid-19  zêdetir dibe. Gündoğdu weha got:

“Di du hefteyên dawiyê de vîrus 30 qat zêdetir bûye. Di demên dawiyê de ji sed hezar kesî 36 kes bi Kovid-19 ê diket lê di navbera 1-7 ê meha çileyê de ev nisbet bûye ji sed hezar kesî 705 kes pê dikevin.

Bi taybetî piştî cûreya Omicronê li Tirkiyê peyda bû, di 2 hefteyên dawiyê de pêketî zêde bûn û Omicron li nefesê bêhtir bandorê dike.”

Gündoğdu got ku kêmasiya deqandinê, maske û ya mesafê heye û heya niha bandor negihaye heya nexweşxaneyan. Kesên ku nîşanên Kovid-19 ê di wan de tineye, divê neçin nexweşxanê û heya dikarin li malê bi tîmên fîlyasyonê re têkiliyan deynin.