Babacan: Li Tirkiyê 10 hezar rojnamevan ji kar hatine dûrxistin

Serokê Giştiyê Partiya DEVA da xuyakirin, li Tirkiyê 10 hezar rojnamevan ji kar hatine dûrxistin û helwesta piraniya xwediyên medyayê neyînî ye.Serokê Giştiyê Partiya DEVA Alî Babacan da xuyakirin, Tirkiye di warê azadiya rojnamevanî de, li nav 180 welatan di…

30 Kanûn 2021

Serokê Giştiyê Partiya DEVA da xuyakirin, li Tirkiyê 10 hezar rojnamevan ji kar hatine dûrxistin û helwesta piraniya xwediyên medyayê neyînî ye.

Serokê Giştiyê Partiya DEVA Alî Babacan da xuyakirin, Tirkiye di warê azadiya rojnamevanî de, li nav 180 welatan di rêza 153emîn de ye û heta niha 10 hezar rojnamevan ji kar hatine dûrxistin.

Babacan got, her rojnamevanek ku dijî desthilatê tiştekî bibêje, yan binivîse, bi daxwaza hikûmetê ji kar tê dûrxistin û piraniya xwediyên damûdezgehên medyayê jî hember vê berxwe nadin.

Babacan bang li Serokomarê Tirkiyê jî kir, êdî bibîne bi derbekarên 28’ê Sibatê, mafya û çeteyan re di nav heman keştiyê de ye û got, eger desthilat bi yasa û demê re neye sînordarkirin, misoger ziyanê dide welat.