Merasîma bibîranîna roja jidayîkbûna Îsa Mesîh li Hewlêrê

Krîstiyanên Katolîk ên li Hewlêrê roja jidayîkbûna Îsa Mesîh bibîr anîn. Ji bo bîranîna roja jidayîkbûna Îsa Mesîh li dêra Um Nûr a li Enkawaya Hewlêrê merasîmek birêve çû.Li Başûrê Kurdistanê nêzî 300 hezar Mesîhî ji netewên Ermenî, Kildanî, Suryanî…

25 Kanûn 2021

Krîstiyanên Katolîk ên li Hewlêrê roja jidayîkbûna Îsa Mesîh bibîr anîn.  Ji bo bîranîna roja jidayîkbûna Îsa Mesîh li dêra Um Nûr a li Enkawaya Hewlêrê merasîmek birêve çû.

Li Başûrê Kurdistanê nêzî 300 hezar Mesîhî ji netewên Ermenî, Kildanî, Suryanî û Aşûrî dijîn. Jibilî Enkawa ku navendeke Krîstiyanên Herêma Kurdistanê ye, hejmareke zêde ya Krîstiyanan li Şeqlawa, Korye, Duhok û Zaxo jî dijîn û 270 dêrên wan hene.

Krîstiyanên Herêma Kurdistanê, nerîteke taybet ji bo cejna Christmas heye. Ew îşev li dêran cejna Christmas bibîr tînin û dua ji bo saleke baştir dikin. Krîstiyan roja Şemiyê, 25/12/2021, bi boneya cejna Christmasê serdana hev dikin û xwarinên taybet amade dikin.

Krîstiyanên Herêma Kurdistanê ji bo roja dayîkbûna Îsa Mesîh amade ne ku Katolîk Sersalê di 25ê salnameya heyvê de û Ortodoks li gorî salnameya Julian 13 roj paşê pîroz dikin.

Krîstiyanên cîhanê cejna jidayîkbûna Îsa Mesîh pêşwazî dikin. Beşek ji Krîstiyanan berî roja Christmas, 40 rojan bi rojî dibin û beşek ji wan jî 13 roj derengtir vê cejnê pîroz dikin.

Krîstiyan derbarê roja Christmas de xwedî bîr û boçûnên ciyawaz in, lê piraniya wan li ser wê yekê kok in ku îro, cejna Christmas û roja jidayîkbûna Îsa Mesîh e.

Bilind Tahîr/ Rûdaw