HSD: Tirkiyê li derdora Til Temirê êrişa bejayî destpê kiriye

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên Tirkiyê li derdora Til Temir êrişa bejayî destpê kirine û şer û pevçûn di navbera hêzên wan û hêzên Tirkiyê de berdewam in.Navenda Ragihandinê ya HSDê îro Çarşembê 22ê Kanûna 2021an…

22 Kanûn 2021

 Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên Tirkiyê li derdora Til Temir êrişa bejayî destpê kirine û şer û pevçûn di navbera hêzên wan û hêzên Tirkiyê de berdewam in.

Navenda Ragihandinê ya HSDê îro Çarşembê 22ê Kanûna 2021an diyar kir, hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê “êrîşa bejayî bo ser gundê Um el-Kêf li gundewarê bajarokê Til Temir” li Rojavayê Kurdistanê destpê kirine.

HSD dibêje, hêzên wan rûbirûyî hêzên Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê dibin û bersiva êrişê didin.

Li gor daxuyaniya HSDê, “şer û pevçûnên dijwar li çend mihweran li derdora gundê Um el-Kêf berdewam in.”