ENKS li gel balyozên nû û berê yên Amerîkayê civiya

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê diyar kir, aliyê Amerîkî tekeziyê li ser çareserkirina nakokiyên ENKS - PYNKê dike.Desteya Serokatiya ENKSê di daxuiyaniyekê de destnîşan kir, do 17/12/2021ê şandeke serokatiya ENKSê bi awayê “Online” bi balyozê berê…

18 Kanûn 2021

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi daxuyaniyekê diyar kir, aliyê Amerîkî tekeziyê li ser çareserkirina nakokiyên ENKS – PYNKê dike.

Desteya Serokatiya ENKSê di daxuiyaniyekê de destnîşan kir, do 17/12/2021ê şandeke serokatiya ENKSê bi awayê “Online” bi balyozê berê David Brownstein û balyozê nû Matthew Burral re civiya.

ENKSê eşkere kir: “Aliyê Amerîkî tekezî li ser rola girîng a ENKSê di proseya siyasî û rewşa giştî ya Sûriyê kir û piştgiriya welatê xwe ji diyaloga Kurdî – Kurdî û pêwîstiya çareserkirina nakokiyên di navbera wan de nîşan da.”

Di daxuyaniyê de hat zanîn: “Di civînê de rewşa herêmên Kurdî û bakurê rojhilatê Sûriyê bi giştî û rêyên alîkariya gelê Sûriyê hatin guftûgokirin.”

Herwiha ENKSê jî di civînê de tekezî li giringiya danûsatndinên Kurdî, gihîştina bi rêkeftinekê yekhelwestiya Kurdî û bicihkirina aramiyê li herêmê kir.

Di daxuyaniya ENKSê de hat diyarkirin: “Ji bo derbaskirina astengiyên heyî, tekezî li ser berdewamiya danûstandin û hevdîtinan hate kirin.”