ENKS: Em êrişên li ser merasima pîrozkirina roja Ala Kurdistanê bi tundî şermezar dikin

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) derbarê êrîşa ser merasîma pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê û şewitandina nivîsgeha ENKSê li Dirbêsiyê daxwaz ji Fermandariya HSD, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî kir, van kiryarên tundûtûjiyê rawestînin.Sekreteriya Gişî ya ENKS di daxuyaniyekê de…

18 Kanûn 2021

 Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) derbarê êrîşa ser merasîma pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê û şewitandina nivîsgeha ENKSê li Dirbêsiyê daxwaz ji Fermandariya HSD, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî kir, van kiryarên tundûtûjiyê rawestînin.

Sekreteriya Gişî ya ENKS di daxuyaniyekê de ragihand, “Di dema ku gelê me bi awayekî aştiyane û şaristanî li pêş nivîsgehên ENKSê Roja Ala Kurdistanê pîroz dikir, grûpa Ciwanên Şoreşger a ser bi PKKê êrîşî xelkê sivîl kirin û li wan dan û hejmarek ji wan birîndar bûn, çalakvan Nîzamedîn Elîko ji ber giraniya birîna serê wî de, ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.”

Sekreteriya Gişî ya ENKSê diyar kir jî: “Wê girûpa bê kontrol jî molotofek avêt baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Dirbêsiyê û bi temamî şewitand.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Em van kiryarên tirsandinê yên bûne gef û metirsî li ser jiyana welatiyên me, bi tundî şermezar dikin û tekez dikin ku ev kiryarê dê me ji berevanîkirina li doza gelê Kurdî ne û naskirina mafên wî yên netewî di çarçoveya çareseriyeke siyasî ya berfireh a kirîza Sûriyê de nade aliyekî.”

Sekreteriya Gişî ya ENKSê ENKSê daxwaz ji Fermandariya HSD, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî kir, van kiryarên tundûtûjiyê yên li dijî gel rawestînin û hesab ji encamderên wan bipirsin.”