PZK-BATMAN SERLÊDANA  ROJNAMEYA MEDYA YA BATMANÊ  KIR

PZK (Platforma Zimanê Kurdî )Ya Şaxa Batmanê ji pêkhateyên PZK-Batmanê bi şandeke 03.11.2021 , demjimêr 13.00 an de ziyareta Rojnameya MEDYA yê ya Batmanê kir. Heyet ji alî Edîtorê Rojnaömeyê Rêzdar Mustafa Seven ve bi germahî hat pêşwazîkirin. Berdevka PZK-…

3 Mijdar 2021

PZK (Platforma Zimanê Kurdî )Ya Şaxa Batmanê  ji pêkhateyên PZK-Batmanê  bi şandeke   03.11.2021 , demjimêr 13.00 an de ziyareta  Rojnameya MEDYA yê  ya Batmanê kir. Heyet ji alî Edîtorê Rojnaömeyê Rêzdar Mustafa Seven  ve bi germahî hat pêşwazîkirin.

 Berdevka PZK- Batmanê Rêzdar Elif Kıvırcık,PZK-Platforma Zimanê Kurdî da nasîn û got ;
 “Ev sê salê ku ji alî Sîyasetmedar,dezgehên sivîl,revşenbîr,akademîsyen zimanzan û kesayetîyan ve bi armanca ku zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê,ava bu ye.

PZK-Batman jî bi heman armancê dibin sîwana  PZK Navend de ,di nêz de ava bu.Mebesta zîyareta me ku wek Rojnameya MEDYA yê,ji bo zimanê Kurdî bibe zimanê fermi û perwerdehîyê di rojeva we de bê.Her wuha hun pişgirîya kempanya ya îmzeyê bikin.Daxwaza me   di vê xebatê de bi pêşnîyarên xwe û di nav xebatên xwe di çavderîya vî karî bibin.

Edîtorê Rojnameya MEDYA yê Rêzdar Mustafa Seven  bi vê zîyaretê sipasîya xwe kir û kêfxweşîya xwe anî ziman û got: “Ev xwestinê we mafekî rewayê ,mafekî mirovahîyê ye  .Ev daxwazên PZK her tim ew ê di rojeva me de be û em ê we bi şopînin.Ji bo vî karî em we pîroz dikin.”

Zîyaret bi sohbetek têr û tije û serkeftî bi dawî bu.

03.11.2021

PZK-Batman (Platforma Zimanê Kurdî Ya Şaxa Batmanê)

Bo lînka  îmzê bitikîne

1-172.jpg2-178.jpg