Serokê berê yê Mosadê: Îran ji bombeya atomî dûr e

Serokê berê yê Dezgeha Îstixbaratê ya Îsraîlê (Mosad) Yusî Kuhîn ragihand; Îran hîn ji bombeya atomî dûr e û red kir ku Îran nêzîkî vê armancê bûbe.Beriya Niha Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet ragihandibû; Komara Îslamî ya Îranê nêzîkî berhemanîna bombeya…

13 Cotmeh 2021

Serokê berê yê Dezgeha Îstixbaratê ya Îsraîlê (Mosad) Yusî Kuhîn ragihand; Îran hîn ji bombeya atomî dûr e û red kir ku Îran nêzîkî vê armancê bûbe.

Beriya Niha Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benet ragihandibû; Komara Îslamî ya Îranê nêzîkî berhemanîna bombeya atomî bûye.

Yusî Kuhîn ji The Jerusalem Post re diyar kiriye; îro Îran li gor serdema rêkeftina atomî bi temamî veqetiyaye.

Kuhîn destnîşan kir ku niha şiyanên Îranê, ne di asta dema borî de ne û çalakiyên pêtandina uranyumê negihiştiye astek ku Tehranê ji berhemanîna bombeya atomî re nêzîk bike.

Meha borî, Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid ragihandibû ku Îran nêzîkî çêkirina bombeya atomî bûye.