PAK: Em bangî gelê xwe dikin da ku beşdarî civîna me ya çapemenîyê bibin

"Em wek Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) di derbarê helwesta Cîhgirê Serokê Grûba Parlamnetoyê yê İyi Partîyê Lutfu Turkkan, ya li dijî yasayîbûna PAKê û partîyên ku di navê wan de ‘Kurdistan’ heye, di derbarê helwesta Dadgeha Qanûna Bingehîn û ya Wezareta…

1 Cotmeh 2021

“Em wek Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) di derbarê helwesta Cîhgirê Serokê Grûba Parlamnetoyê yê İyi Partîyê Lutfu Turkkan, ya li dijî yasayîbûna PAKê û partîyên ku di navê wan de ‘Kurdistan’ heye, di derbarê helwesta Dadgeha Qanûna Bingehîn û ya Wezareta Navxwe ya Tirkîyeyê de dixwazin agahdarîyên rastîn û helwesta xwe bi raya giştî re parve bikin.

Bi vê minasebetê , Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, dê di roja 02.10.2021ê de li Cemîyeta Rojnamevanan a Amedê civîneke çapemenîyê li dar bixe.

Em bangî gelê xwe, bangî dezgehên ragehandinê, partî, grûp û alîyên sîyasî , dezgehên sivîl û sîyasetmedar, rewşenbîr , nivîskar, hunermend û rojnamevanan dikin da ku, bi tedbîrên Covîd-19ê, di vê civîna me ya çapemenîyê de li gel me bin, piştgirîya xwe ji partîya me û ji azadîya ramanî û ji azadîya xebata rêxistinî re nîşan bidin.”

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Roj:02.10.2021

Seet:13.00

Cîh: Cemîyeta Rojnamevanan a Amedê