Li Dêrsimê qedexe bo 15 rojên din hat dirêjkirinê

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê berî ku qedexe bi dawî be tê dirêjkirin. Li parêzgehê careke din qedexeya xwepêşandan, meş û çalakiyên wiha bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.Parêzgariya Dêrsimê bi daxuyaniyeke nivîskî, eşkere kir ku li tevahiya…

29 Îlon 2021

Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê berî ku qedexe bi dawî be tê dirêjkirin. Li parêzgehê careke din qedexeya xwepêşandan, meş û çalakiyên wiha bo dema 15 rojên din hat dirêjkirin.

Parêzgariya Dêrsimê bi daxuyaniyeke nivîskî, eşkere kir ku li tevahiya bajêr hemû çalakî, meş û xwepêşandan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniyekê Parêzgariya Dêrsimê, ji roja Çarşemê 29ê Îlona 2021 heta 13ê Cotmeha îsal, bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û çalakiyên wiha qedexe ne.