Zarokê ku maşîneya zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da

Zarokê bi navê Mihraç Mîroglû yê 7 salî ku li navçeya Hezexê maşîneya zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da. Zarokê bi navê Mihraç Mîroglû yê 7 salî ku li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê maşîneya…

4 Îlon 2021

Zarokê bi navê Mihraç Mîroglû yê 7 salî ku li navçeya Hezexê maşîneya zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da.     

Zarokê bi navê Mihraç Mîroglû yê 7 salî ku li taxa Tûrgût Ozal a navçeya Hezexê ya Şirnexê maşîneya zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da. Bûyer saetên berê evarê çêbû û piştî Mîroglû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê jiyana xwe ji dest da. Hat hînbûn ku dema Mîroglû bisiqletê ajotiye maşîneya zirxî lê qelibiye.