Li Colemergê qedexe hat dirêjkirin

Li bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê qedexeyên bi hincetên cuda bi dawî nabin. Li Colemêrgê dîsa ji bo dema 15 rojên din çalakiyên wek xwepêşandan, meş, civînên çapemeniyê, grev û vegirtina konan hatin qedexekirin.Li parêzgeha Colemêrgê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan…

30 Tebax 2021

Li bajarên cuda yên Bakurê Kurdistanê qedexeyên bi hincetên cuda bi dawî nabin. Li Colemêrgê dîsa ji bo dema 15 rojên din çalakiyên wek xwepêşandan, meş, civînên çapemeniyê, grev û vegirtina konan hatin qedexekirin.

Li parêzgeha Colemêrgê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan ku ji sala 2016an ve heye bo 15 rojên din hat dirêjkirin. Walîtiya Colemergê ragihand, ji 30ê Tebaxê heta 13ê Îlonê hemû xwepêşandan, çalakî, meş, vedana çadir û daxuyaniyên çapemeniyê hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniyê, biryara qedexê, wan çalakiyên fermî li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.