Heyeta PAKê li Hewlêrê 75emîn salvegera damezrandina PDKyê pîroz kir

Heyeta PAKê ya ku ji endamê Komîteya Birevebir a Navendî û Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Birêz Orhan Kaya û Rêveberê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Birêz Evdirehmanê Gundikî pêk hatî, roja 18.08.2021ê li Hewlêrê seredana Mekteb Eleqat(Ofîsa Peywendîyên Kurdistanî…

18 Tebax 2021

Heyeta PAKê ya ku ji endamê Komîteya Birevebir a Navendî û Berpirsê Başûrê Kurdistanê yê PAKê Birêz Orhan Kaya û Rêveberê Komîteya Başûrê Kurdistanê ya PAKê Birêz Evdirehmanê Gundikî pêk hatî, roja 18.08.2021ê li Hewlêrê seredana Mekteb Eleqat(Ofîsa Peywendîyên Kurdistanî û Iraqî) a PDKyê kir û 75emîn salvegera damezrandina PDKyê pîroz kir.

Berpirsê Mekteb Elaqat a PDKyê Birêz Elî Husên û birevebirên Mekteb Elaqatê birêzan Nîzar Botanî, Cîhan Rojbeyanî Karzan Nûrî pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Heyeta PAKê 75emîn salvegera damezrandina PDKyê pîroz kir û girîngî û rola PDKyê ya di doza azadîya Kurdistanê anî ziman.

Berpirsê Mekteb Elaqat a PDKyê Birêz Elî Husên jî bixêrhatina heyeta PAKê kir û spasîya xwe pêşkêş kir.

Di vê hevdîtinê de heyeta PDKyê û ya PAKê girîngîya peywendîyên herdu partîyan anîn ziman.

Hevdîtina heyeta PDKyê û ya PAKê di atmosfereke dostane û berhemdar de derbas bû.

18.08.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

4-121.jpg3-151.jpg2-157.jpg1-150.jpg