Zanîngeha Dicleyê nivîsandina tezên bi Kurdî qebûl kir

Zanîngeha Dicleyê ya li Diyarbekirê ku sala borî, bi hinceta nebûna destûra Desteya Bilind a Perwerdeyê di beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de nivîsandina tezên bi kurdî qedexe kiribû, biryara xwe guherand.Zanîngeha Dicleyê bi rêziknameyekê ragihandiye ku wê îsal xwendekarên…

10 Tebax 2021

Zanîngeha Dicleyê ya li Diyarbekirê ku sala borî, bi hinceta nebûna destûra Desteya Bilind a Perwerdeyê di beşa Ziman û Edebiyata Kurdî de nivîsandina tezên bi kurdî qedexe kiribû, biryara xwe guherand.

Zanîngeha Dicleyê bi rêziknameyekê ragihandiye ku wê îsal xwendekarên beşa Ziman û Edebiyata Kurdî bikaribin tezên xwe bi zaravayên kurdî yên kurmancî û zazakî binivîsin.

Di rêziknameya nû ya îsal de, destûr hatiye dayîn ku xwendekar dikarin bi ziman û zaravayên din tezên xwe binivîsin.

Zanîngeha Dicleyê sala 2020an ji bilî tirkî bi zimanekî din nivîsandina tezan li xwendekaran qedexe kiribû û bi taybet ji bo beşa kurdî di raya giştî ya Kurd de bertek hatibûn nîşandan.