Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Swîsreyê tê vekirin

Ofîsa Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dê îro li Swîsreyê were vekirin.Biryar e Ofîsa Nûneriya Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê îro Duşemê 26ê Tîrmeha 2021ê li welatê Swîsreyê bê vekirin.Di vexwendinameyekê de, Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiyê ragihandiye ku îro,…

26 Tîrmeh 2021

Ofîsa Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dê îro li Swîsreyê were vekirin.

Biryar e Ofîsa Nûneriya Rêveberiya Xweser Rojavayê Kurdistanê îro Duşemê 26ê Tîrmeha 2021ê li welatê Swîsreyê bê vekirin.

Di vexwendinameyekê de, Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiyê ragihandiye ku îro, demjimêr 18:00 Ofîsa Nûneriya Rêveberiya Xweser li bajarê Cenêvê yê Swîsreyê tê vekirin.

Di merasîma vekirina ofîsa nûneriyê de, dê Cîgirê Hevserokatiya Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, beşdar bibe û gotinekê pêşkêş bike.

Piştî merasîma vekirina ofîsê, dê civîneke rojnamevanî bê lidarxistin û bersiva pirsên medyakaran bê dayin.