Serokê PAKê Mustafa Özçelik Li Mêrdînê civînek li dar xist

Serokê PAKê Mustafa Özçelik roja 18.07.2021e li gel Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba, Seroka Komîsyona Jinan a PAKê Nezîhe Karahan û endamê Meclîsa PAKê Şerif Karakurt, seredana Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê kirin.Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar…

18 Tîrmeh 2021

Serokê PAKê Mustafa Özçelik roja 18.07.2021e li gel Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba, Seroka Komîsyona Jinan a PAKê Nezîhe Karahan û endamê Meclîsa PAKê Şerif Karakurt, seredana Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê kirin.

Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar û rêveber û endamên PAKê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Li gel rewşa pandemîyê, germahîya havînê û li gel ku gelek kes li derveyî bajêr bûn jî, gelek endamên PAKê , Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PSKyê Salihê Omerî, berpirsê PDKSyê Mahmud Remo û heyeteke ENKSyê û gelek welatperwerên Kurd ên li Mêrdînê jî beşdarî civînê bûn.

Di destpêka civînê de Serokê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Bedran Acar bixêrhatina beşdaran kir û ji bo hevalê me remetî kek Feyyaz Ekmen û hemû şehîdên Kurdistanê deqîqeyekê rêz hate girtin.

Bedran Acar, di derbarê mijarên civînê de agahdarî da û paşê Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik dest bi axaftina xwe kir.

Mustafa Özçelik bi taybetî rewşa sîyasî ya Bakurê Kurdistanê û ya her sê perçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê nirxand, bîr û bawerî û sîyaseta PAKê anî ziman, di derbarê xebatên PAKê de agahdarî da.

Piştî axaftina Mustafa Özçelik, beşdarên civînê jî pirsên xwe kirin, fikir û pêşniyarîyên xwe pêşkêş kirin.

Civîn bi awayekî berhemdar bi dawî hat.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

pak1-016.jpgpak3-036.jpgpak4-041.jpgpak5-014.jpgpak6-013.jpgpak9-002.jpgpak2-035.jpgpal7.jpg