Serokê PAKê Mustafa Özçelik Li Batmanê civînek li dar xist

Serokê PAKê Mustafa Özçelik roja 15.07.2021e li gel Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba, Seroka Komîsyona Jinan a PAKê Nezîhe Karahan û endamê Meclîsa PAKê Husnu Onuk, seredana Teşkîlata Batmanê(Êlih) ya PAKê kirin.Serokê Teşkîlata Batmanê ya PAKê Aziz Özdemir…

15 Tîrmeh 2021

Serokê PAKê Mustafa Özçelik roja 15.07.2021e li gel Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Vahit Aba, Seroka Komîsyona Jinan a PAKê Nezîhe Karahan û endamê Meclîsa PAKê Husnu Onuk, seredana Teşkîlata Batmanê(Êlih) ya PAKê kirin.

Serokê Teşkîlata Batmanê ya PAKê Aziz Özdemir û rêveber û endamên PAKê pêşewazîya heyeta PAKê kirin.

Serokê PAKê Mustafa Özçelik li ser rewşa sîyasî ya her çar perçeyên Kurdistanê û Tirkîyeyê nirxand, bîr û bawerî û sîyaseta PAKê anî ziman, di derbarê xebatên PAKê de agahdarî da.

Li gel rewşa pandemîyê û germahîya havînê û li gel ku cihê civînê gelekî biçûk bû jî, gelek endamên PAKê , nûnerên ENKSyê û welatperwerên Kurd ên li Batmanê jî beşdarî civînê bûn.

Piştî axaftina Mustafa Özçelik, beşdarên civînê jî pirsên xwe kirin, fikir û pêşniyarîyên xwe pêşkêş kirin.

Civîn bi awayekî berhemdar bi dawî hat.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

 

pak1-014.jpgpak2-033.jpgpak3-034.jpgpak4-039.jpgpak5-011.jpgpak6-010.jpg