Daristaneke Licê zêdeyî rojek e dişewite

Li navçeya Licê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji doh ve agir bi daristanekê ketiye û hewlê kontrol kirina agir heta niha berdewam in.Bi daristaneke bajarokê Licê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê doh Sêşembê sere sibehê…

14 Tîrmeh 2021

 Li navçeya Licê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji doh ve agir bi daristanekê ketiye û hewlê kontrol kirina agir heta niha berdewam in.

Bi daristaneke bajarokê Licê ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê doh Sêşembê sere sibehê agir ket û ligel hewldanên Berevaniya Şaristanî şewitîna wê daristanê heta niha berdewam e.

Agir destpêkê li navçeya Kerwasê destpê kir û ber bi nav dilê daristanê ve berfireh bû. Îro agir ber bi navçeya Licokê diçe ku li wê derê hejmarek xaniyên niştecihbûnê hene û xelk di wan de dijîn.

Li gor şarezayên Berevaniya Şaristanî ya Amedê, agir ji ber bayê zêde bilez belav dibe û rêya xwe diguhere ku ev yek ji sideman e tîmên agirvemirandinê nikarin bi asanî agir kontrol bikin.

Heta niha nayê zanîn agir ji ber çi derketiye û tîmên polîs li Licê dest bi lêkolînan kirine.