Amerîka dest danî ser Press TV û malpera Al-Alam ya Îranê

Rêxistinên medyayê yên navenda wan Îran’in ya bi navê Press TV, malpera bi navê Al-Alam û malpera di bin kontrola Hûsiyan de ya bi navê Al Masirah ku navenda wê Lubnane, ji aliyê Amerîkayê de tedbîr dane ser wan û…

23 Hezîran 2021

 Rêxistinên medyayê yên navenda wan Îran’in ya bi navê Press TV, malpera bi navê Al-Alam û malpera di bin kontrola Hûsiyan de ya bi navê Al Masirah ku navenda wê Lubnane, ji aliyê Amerîkayê de tedbîr dane ser wan û ber li weşana wan girtine û hem kes nikare xwe bigihîne wan. Kesên xwestine seredana malper û tv yan bikin, dîtine ku li ser ekranan weha hatiye nivîsandin:

“Weka perçeyekî ji tevgera asayîşê ya ku ji aliyê Buroya Sanayî û Ewlehiyê, Daîra Îxracatê ya Îcrayê û FBI de, li gor 18 USC 981, 982 û 50 USC 1701-1705 ê fermana destdana ser wan hatiye dayîn û niha di destê dewleta Amerîkayê de ye.”

Di peyamê de tê gotin bi sedema sûcên biyolojik, nukleerî û karê qaçax yê teknolojik dest danîne ser malperan. Di bin peyaman de logoyên FBI û ya wezareta bazirganiyê ya Amerîka hene.

Bikaranînerên Îngîltere û Awûstralya dibêjin ku ew dikarin xwe bigihînin malperan û bixwînin.