Rewangeha Sûrî: Di 6 mehên 2021ê de 25 welatiyên sivîl ji aliyê Tirkiyê ve hatine kuştin

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan raportek di derbarê binpêkirinên Tirkiyê di Sûriyê de kiriye belav kir û da zanîn, di 6 mehên 2021ê de, 25 welatiyên sivîl yên Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine kuştin.Rewangehê diyar kiriye, xwîna Sûriyan…

17 Hezîran 2021

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan raportek di derbarê binpêkirinên Tirkiyê di Sûriyê de kiriye belav kir û da zanîn, di 6 mehên 2021ê de, 25 welatiyên sivîl yên Sûriyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine kuştin.

Rewangehê diyar kiriye, xwîna Sûriyan bi berdewamî li ser destê leşkerên Tirkiyê tê rijandin û ji destpêka îsal ve 25 sivîl ku piraniya wan jin û zarok in ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatine kuştin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, 16 sivîl bi guleyên pasewanên sînor li parêzgehên Idlib û Hesekê hatine kuştin, ji nava wan jinek û 4 zarok in.

Herwiha Rewangehê destnîşan kiriye, 8 welatiyên sivîl ku ji nava wan 2 jin û 5 zarok in, di encama topbarana hêzên Tirkiyê li ser gundewarê bakur û rojhilatê Heleb û li gundewarê bakurê Reqayê hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan herî dawî eşkere kiriye, zirîpoşeke Tirkiyê li parêzgeha Idlibê pêle zarokekê kir û wê zarokê can da.